1. Asoya Helbesta Kurdî Di sepanê de ji 2000î zêdetir helbestên kurdî hene.. Bi sê zaravayên kurdî dixebite: Kurmancî, Dimilkî(Zazakî) û Soranî.. Em Rênas XENDEKÎ û Mazlum OZDOGAN amadekarên vê sepanê ne. Helbest ji aliyê Rênas XENDEKÎ ve hatine berhev kirin, bingeha sepanê jî ji aliyê Mazlum OZDOGAN ve hatiye danîn. Ev sepan ji bo ku her helbesthez hindik be jî bikare xwe zûtir bigihîne helbestan û helbestvanan, bikare li her derî antolojiyekî di berîka xwe de peyda bike. Bi vê sepanê hewce nake hûn bi seetan di pirtûkan de helbestan bigerin, tenê sepanê vekin û li helbesta xwe bigerin. Ji bo van armancan, ez Rênas, bi rojan li ser înternetê, ji nav pirtûkan helbest berhev kirin, ji helbestvanan bixwe xwestin, gelek helbest ji pirtûkan derbas kirin û Mazlum jî bi rojan li ser kodên vê sepanê xebitî. Bi hêviya bibe dermanê dilê helbesthezan. rûpela min a facebookê ye. rûpela ku rojê helbesteke kurdî tê parvekirin e. carna helbestên ji şairên klasîk carna ji yên nûjen carna werger tên parvekirin. pêşiya niha rûpela me mezin bûbe gihiştibû 2.500 kesî lê ji aliyê facebooka faşîst ve bêyî ku ti sedemekî nîşan bide hate girtin. min dîsa vekir. di gel ku zêde kes berê xwe nadin helbest û kurdî û helbesta kurdî dîsa jî (bnr: asoya helbesta kurdî) hîç dev ji şopa helbest û kurdî û helbesta kurdî bernedaye. |
|
24.06.2014 14:53 ~2015.08.25 12:57 |
xendekî
|
2. navnîşana rûpelê: https://www.facebook.com/asoyahelbestakurdi?fref=ts |
|
24.06.2014 15:07 |
xendekî
|
3. rûpelekî xweş a facebookê ye. bi qasê dizanim rêveberê rûpelê xendekî ye. |
|
21.07.2014 16:32 |
brusk56
|
4. https://www.tirsik.net/danegeh/pirtuk/AsoyaHelbestenKurdi-Helbestgeh/ |
|
21.07.2014 20:28 |
simurg56
|
5. rûpeleke xweş û bi helbestên kurdî geş e. lê naveke dinî balkêş jê re bête dîtin ez dibêm wê hêj baştir bibe. lewre niha bi van navan îstîlayeke mezin li ser face-bookê henin.. |
|
22.07.2014 00:21 |
mervan roni
|
6. Mizgînî! |
|
24.08.2015 21:39 |
mergehez
|
7. rûpela min a helbestan a facebookê ye. niha bi heman navê xwediyê sepanê ye. |
|
25.08.2015 12:53 |
xendekî
|
8. xebatek gelek hêja ye. Destên kedkarên wê sax bin.tê de maselleh bi hezaran helbest hene. |
|
25.08.2015 17:59 |
simurg56
|
9. sepana me wê di rojanekirina nû de: |
|
15.09.2015 19:35 ~19:37 |
xendekî
|
10. 7. Gelek problem dê bên sererastkirin. Çend problemên ku sererast bûne yên ku tê bîra min: |
|
15.09.2015 19:54 |
mergehez
|
11. di vê sepanê de taybetiya copy-paste tune ye mixabin, ger hebûya wÊ baştir bûya |
|
15.09.2015 20:54 |
ferhenga şikestî
|
12. Taybetmendiya kopî-pasteyê heye. |
|
15.09.2015 21:07 |
mergehez
|
13. foksiyona kopî-pêve bike (copy-paste) bi vî awayî tê bikaranîn: |
|
16.09.2015 01:03 |
xendekî
|
14. yaw ev hun nikarin vê sepanê li app storê jî parve bikin. bi qasî ku zanim ne tiştekî zehmet e. madem sepan hazir e muracata xwe ya app storê jî bikin qene em jî jê feyde bigirn. heyra bila peretî jî be em razî ne (bila ji pênc tl derbas nebe)* |
|
16.09.2015 16:37 |
ceso
|
15. Sepana ku ji bo androîdê hatiye nivîsandin. Çima em nikarin têxin appstoreê? Sedem: |
|
17.09.2015 02:31 ~02:33 |
mergehez
|
16. Rehmet dê û bavê wê yê vè karî dike. Karek rûmet û hêja. Ev helbestên xweş û bêhempa bindestê me ye. |
|
25.09.2015 23:00 |
behdînan
|
17. sepana bi rojanekirineke nû li ber destê helbesthezan e. Aniha di sepanê de 349 helbestvan û 2324 heb helbest hene. |
|
19.11.2015 02:50 |
xendekî
|
18. piştî vê rojanekirina nû, leza wê ji eyar de ketiye, pirr dereng vedibe û zêde zêde dixitime |
|
19.11.2015 11:01 |
ferhenga şikestî
|
19. Sepena kû Mazlum Özdogan amade kirî ye. |
|
19.11.2015 11:10 |
tir û fis
|
bayê xerbî [3] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |